• Monday, 23 February 2026
logo

Ji destpêka kirîza Sûriyê 3 hezar û 263 penaberên Filestînî hatine kuştin

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
Ji destpêka kirîza Sûriyê 3 hezar û 263 penaberên Filestînî hatine kuştin
koma kar bo Filestîniyên li Sûriyê ragehand ku, ji destpêka kirîza Sûriyê de û heta niha 3 hezar û 263 penaberên Filestînî li wî welatî hatine kuştin.

Li gor raporekê ku, ji aliyê koma kar bo Filestîniyên li Sûriyê ve hatiye belav kirin, hezar û 81 Filestînî ji encama bombebarankirina malê wan, 719 ji encama şerûpevçûna û 447 di bin êşkenceya zindanên Sûriyê de ji destêka kirîza Sûriyê û heta niha hatine kuştin.

Herwiha li gor raporê wê komê, 293 filestînî jî bi guleyên Qenasan û 187 bi sedema dorpêşkirina li ser kampa El-Yermûk li Sûriyê hatine kuştin.

Li gor tîma çavdêr û tomarkirinê ji destpêka sala 2016ê ve hata niha, 17e penaberên Filestînî di zinadên Sûriyê de, di bin êşkenceyê de canê xwe ji dest dane.

K24
Top