• Monday, 23 February 2026
logo

Ji sedî 90 di bin kontrola pêşmerge de ye

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
Ji sedî 90 di bin kontrola pêşmerge de ye
Hêzên Pêşmerge gav bi gav wan herêmên kurdî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku di destûra îraqê de weke navçeyên madeya 140 hatine destnîşankirin, rizgar dike.

Piştî êrîşa rêxistina DAIŞê ya 9ê Hezîrana sala 2014ê ya li ser parêzgeha Nînowa, gelek gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji aliyê vê rêxistinê ve hatine dagirkirin. Ev navçe di xala 140 a destûra Iraqê de weke “Navçeyên nakok” tên binavkirin. Piştî operasyonên pêşmerge, ev navçe gav bi gav tên azadkirin.

Endamê komîsyona nevçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Bêstûn Fayeq ji Rûdawê re got: “Bi kontrolkirina van navçeyên deşata Nînowayê, zêdetirî ji sedî 90ê axa ku diketin çarçoveya madeya 140, vegeriyane bin desthilata Herêma Kurdistanê.”

Derbarê mijarê de Berpirsê Eniya Mexmûr û Guwêrê Sîrwan Barzanî jî ji Rûdawê re ragihand: “Ji sedî 100ê axa Başûrê Kurdistanê ya li eniya Guwêrê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin. Li eniya Mexmûrê jî tenê 7 gundên kurdan mane bin dagirkeriyê de. Ji bo kontrolkirina wan gundan jî em li hêviya operasyona Hewîce ne.”

Sîrwan Barzanî diyar kir ku dê pêşmerge ji wan axên ku hatine rizgarkirin venekişe û ji bo parastina van navçeyan jî xendek kolandine.

Lê li sînorê eniya Germesêr hê jî piraniya herêmên nakok di bin kontrola hêzên ıraqî de ye. Berpirsê eniya Germesêr Mehmûd Sengawî dibêje, “Vegerandina van herêman bi rêkeftina siyasî dibe, ne ku bi rêbezên leşkerî.”

Mehûd Sengawî ku di heman demê de endamê Polîtbûroya YNKê ye, ji Rûdawê re got: “Niha 90 kîlometre pehnayî û 30 kîlometre kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê di bin kontrola hêzên Iraqî de ye. Ew jî beşek ji bajarokê Sediye, Mendelî û navçeya Xaneqîn in.”

Li gorî biryara jimare 19 a dîroka 23/7/2014 a Parlamentoya Kurdistanê, divê pêşmerge li wan herêmên hatine kontrolkirin bimîne.

Bêstûn Fayeq di vê mijarê de got: “Pêşmerge dikare di wan navçeya de bimîne ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Lê divê piştrastiyek hebe ku paşî ji van herêman nayê derxistin.”

Rudaw
Top