• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Iraqê ji sê aliyan de berê xwe da Mûsilê

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
Artêşa Iraqê ji sê aliyan de berê xwe da Mûsilê
Artêşa Iraqê ragihand, hêzên Iraqî li aliyê çepê Mûsilê û ji sê aliyan de dest bi operasyonê kirine.

Şaneya çapemeniya şer a artêşa Iraqê eşkere kir ku hêzên artêşa Iraqê îro danê sibê ji sê aliyan de berê xwe dane Mûsilê.

Li gorî daxuyaniya wê şaneyê, ku nusxeyek ketiye destê BasNewsê, hêzên Iraqê îro saet 06.30 ji sê aliyan de berê bi aliyê çepê bajarê Mûsilê ve dest bi operasyonê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pilana operasyona îro ew e ku aliyê çepê Mûsilê were azadkirin.

Operasyona azadkirina Mûsilê roja 17 vê mehê dest pê kir. Ev çend roj bûn artêşa Iraqê operasyon dabû sekinandin.

Basnews
Top