• Monday, 23 February 2026
logo

Firat Anli û Ayla Akat Ata hatin girtin

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
Firat Anli û Ayla Akat Ata hatin girtin
Hevşaredarê Diyarbekirê Firat Anli û parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata hatin girtin. Dadgehkirina Gultan Kişanak berdewam dike.

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak, Firat Anlî û Peyvdara Kongreya Jinên Azad (KJA) û parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata ku beriya 6 rojan hatibûn binçavkirin û îro derketin pêşberî dozgerê.

Dozgeriya Dadgehê bi daxwaza girtinê ew şandin Dadgehê. Dadgeha Cezaya Giran biryara girtina Firat Anlî û Ayla Akat Ata da.

Lêpirsîna Kişanak hê berdewam dike. Tê çaverêkirin, biryara wê jî vê êvarê bê dayîn.

K24
Top