• Monday, 23 February 2026
logo

Nûceyfî: Mîlîsên şîe û PKK bên dê rewş ji kontrolê derbikeve

Gulan Media October 30, 2016 Nûçe
Nûceyfî: Mîlîsên şîe û PKK bên dê rewş ji kontrolê derbikeve
Parêzgerê berî yê Mûsilê Esîl Nûceyfî ragihand ku qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê pir giring e û ji bo çareseriyê jî divê Nînowa bibe herêmek taybet.

Esîl Nûceyfî beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû pêşbîniyên xwe yên piştî rizgarkirina bajarê Mûzilê anî ziman.

Nûceyfî got: “Pêvajoya piştî rizgarkirina Mûsilê dê bi du qonaxan be. Yek ya demkurt û ya din jî demdirêj be. Qonaxa yekem a demkurt dê ji mehekî heya 3 mehan bajo. Dibe ku di vê heyamê de di navbera hêzên bajêr rizgarkirine, alozî û pevçûn derbikevin. Divê ev pirsgirêk di demeke kurt de bê çareserkirin û bajêr bibe bajêrek asayî ne ku bajaêreke serbazî be.”

Esîl Nûceyfî pêwîst dizane ku divê hevpeymaniya navdewletî weke rêxistineke navbeynkar ji bo têkbirina hesabên siyasî yên li ser Mûsilê rol bibîne û guvaşê bixe ser hikûmeta Iraqê da ku nekeve bin bare mîlîsên şîe.

Parêzgarê berî yê Mûsilê wiha axivî:

“Heta niha jî li ser Mûsilê, ligel hevpeymaniya navdewletî ti rêkeftin nehatine kirin. Lê amaje bi vê yekê dikin. Bi nêrîna min heta niha jî berencamên şerê Mûsilê ne diyar in. eger şer bi piştgiriya hêzên hevpeymanan bigihe dawiyê, dê encamp baş be. Lê eger di nava hevpeymaniyê û hêzên beşdarê operasyonê de cudabûn çêbibe, dê encamp bibe karesat.”

Nûceyfî amaje bi rewşa siyasî ya Bexdayê kir û got: “Du Bexda hene. Bexdayek ligel plana hevpeymaniya navdewletî ye û ya din jî di bin bandora mîlîsên şîe de ye. Bexdaya di bin badora şîeyan de bihêztir e.”
Esîl Nûceyfî di berdewama axaftina xwe de wiha got:

“Qonaxa yekemîn a piştî rizgarkirina Mûsilê, qonaxa asayîkirina rewşa bajêr e. Eger tenê Artêşa Iraqê û polîs bikevin bajêr û ev hêz jî ji aliyê serokwezîr ve bên kontrolkirin, wê aramî pêk bê. Lê hêzên ne rêxistinkirî yên weke mîlîsên şîe û hêzên PKKê bikevin bajêr dê alozî çêbibe û rewş ji kontrolê derbikeve.”

Derbarê çûna hêzên Artêşa Tirkiyê ya nav Mûsilê jî Nûceyfî nêrînên xwe wiha anî ziman:

“Eger lihev neyê, Artêşa Tirkiyê nakeve nav bajêr. Jixwe ne hêzekî amadekiriye ku here nav Mûsilê. Hêzekî sinûrdar e û li cihê xwe dikare bi topxaneyan alîkarî bidin pêşmerge.”

Parêzgarê berî û berpirsê Hêzên Parêzvanên Mûsilê Esîl Nûçeyfî di berdewama nirxandinên xwe de behsa qonaxa duwemîn jî kir û wiha pêde çû:

“Qonaxa duwem jî ya avakirinê ye. Dê medirêj be. Her çawa be divê herêmeke taybet ji bo Nînowa bê damezrandin. Nabe mijara Mûsilê bi hêsanî ser re derbas bibe. Herêma taybet ne tenê ji bo ereban e. Kurd, ereb û pêkhateyên din dikarin bi hevre rûnin û li ser pêşeroja bajêr biaxivin, ligel Bexdayê jî bişêwirin.”

Nûceyfî herwiha got: “Ji sedî 70 heta 80 ji sûnneyên Nînowayê herêmeke taybet dixwazin. Asayî ye ku eger ev navçe bibe parêzgaheke taybet an jî bibe parêzgeheke ser Herêma Kurdistanê.”

Rudaw
Top