• Monday, 23 February 2026
logo

ÎRAN: Amerîka dixwaze deweleteke nû ava bike

Gulan Media October 30, 2016 Nûçe
ÎRAN: Amerîka dixwaze deweleteke nû ava bike
Şêwirmendê rêberê rûhanî yê Îranê Ayetullah Xamaney, Elî Ekber Wîlayetî dibêje, Amerîka dixwaze li navçeyê ji bo kurd û ereban dewletekî nû ava bike ku sînorê vê dewletê jî ji rojhilatê Sûriyê heta bakûrê Iraqê dibe.

Şêwirmendê rêberê ayînî yê Îranê Elî Ekber Wîlayetî ku niha ji bo serdanekî hatiye Bexdayê, di hevpeyvînekî de ligel kanalekî lokalî yê Iraqê, behsa helwesta Îranê ya li hember geşedanên herêmê kir.

Wîlayetî diyar kir ku niyeta Amerîkayê ew e ku li navçeyê dewleteke nû ava bike, lê ne merce ev dewlet tenê yê kurdan be, dixwaze ereb jî di nav de bin. Bi gotina Welayetî, sînorên vî welatî ji Reqa û Dêrezorê destpê dike û bakûrê Iraqê jî digre nava xwe.

Elî Ekber Wîlayetî diyar dike ku hewl didin Reqa û Mûsilê bi hev ve girêbidin û bidin bin kontrola wan hêzên ku bi wan ve girêdayî ne. Bi vî armancî firokeyên Amerîkayê li Dêrezorê, Artêşa Sûriyê bombebaran kiriye.

Şêwirmendê rêberê rûhanî yê Îranê dide xuyakirin ku armanca Amerîkayê bidestxistina erdên petrolê ye ku piraniya petrola Sûriyê li rojhilat û ji sedî 25ê petrola Iraqê jî li bakûr, wate li Başûrê Kurdistanê ye.

Wîlayetî dibêje, Îran bi hemû hêza xwe ve li dijî parçebûna Iraqê û Sûriyê ye, jiber ku parçebûna herdu welatên hevpeymanên Îranê, dê navçeyê jî aloz bike.

Derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkê jî Elî Ekber Wilayetî diyar dike ku ew naxwazin ti hêzekî biyanî bikeve nav axa Iraqê û ji bo çareserkiya krîza Enqere û Bexdayê jî ew dikarin navbeynkariyê bikin.

Rudaw
Top