Mela Bextiyar bo Gorran: Hun qet nikarin min bikşînin nav planên xwe
Îro 30.10.2016ê berpirsê desteya polîtburoya YNKê, di nivîsekê bi navê (Çawa wisaye nivîskarên KNN) belav kir û amaje bi vê dike ku ew nivîskarane zanyariyên wan derbarê çend bûyerekî kevin de, ji çend fermandeyekî kevin hin tişt bihîstine û dibêje: ‘’Tu demê ez ne amade me, pêlava Pêşmergetiya xwe, li qirêjiya wan gotaran bidim.’’ Herwaha aşkera kir, di rojnameya sibê ya Çawdêr ku nêzîkî wî bixwe ye, nêrînên xwe yên derbarê çapemeniya Gorran de wê aşkera bike û zimanê Tevgera Gorran ê li hember wî jî bikaranî wek zimanekî asta nizim pênase kir.
Mela Bextiyar got: ‘’Tiştê li gel min ecêbe, gotar nivîsên Gorran gef li min dikin, eger dijî wan biaxivim, wê gelek tiştên din li ser min bibêjin. Wek bersivek ji wan axaftinan re dibêjim, ew kesane dixwazin navbera YNKê û Gorran têk bidin. Tu demekî nikarin min bikşînin nav vê planê. Lê ew bixwe bila bê minet bin, tu tiştê ku heye û dixwazin bila bibêjin li ser min.’’
Mela Bextiyar dawiyê de jî got: ‘’Rojek wê bê, gotinên rast dema ku ziyanekê bo rewşa siyasî û derûniya xelkê û peyvendiyên YNKê û Gorran neke emê hemû tişta behs bikin. Ev nefamene divê baş bizanin, gelek rastî, bîranîn û biryarên taybet li gel me di dest me de ne, hîn dema belavkirina wan nehatiye, ji ber bîranîn, emanetên dîrokê ne, dîroke, ne qumarxaneya qumarkerane, ey nefamîno!!!’’
Basnews
