• Monday, 23 February 2026
logo

Pêşmerge gundên li rojhilatê Mûsilê pak dikin

Gulan Media October 30, 2016 Nûçe
Pêşmerge gundên li rojhilatê Mûsilê pak dikin
Hêzên Pêşmerge li eniya Filfêl li rojhilatên bendava Mûsilê hejmarek gund ji destê çekdarên DAIŞê pak kirin.

Hêzên Pêşmerge di roja 14emîn ya operesyona rizgarkirina Mûsilê de her yek ji gundên Gozêl, Xerab Bêt, Kanî Şîrîn û Îshaq yên li rojhilata Bendavê Mûsilê ji destê DAIŞê pak kirin.

Pakirina wan gund û navçeyan ji aliyê hêzên Pêşmerge ku ji aliyê Pêşmerge ve, hevdem bû bi pêşveçûnên hêzên Iraqî li navçeyên başûrê Mûsilê re bûn.

Îro Yekşemê, ku hêzên Iraqî li navçeyên başûrê û rojhilatê Mûsilê berve Mûsilê bi pêş ketin, Hevpeymaniya Navdewletî jî piştevaniya asmanî da hêzên Iraqî.

Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneya 9 ya artêşa Iraqê gundê Elî Reş ku 7 k.m li başûrê Mûsilê ye, kontrol kir.

Li eniya başûrê Mûsilê, berpirsekî ser bi Wezarta Navxweyî ya Iraqê ragihand, ji navçeya Şura berve Mûsilê ve di pêşveçûnê de ne. Duh ew navçaya ku 30 k.m li başûrê Mûsilê ye hatibû kontrolkirin.

Herwiha wî berpirsî got jî, hêzên Iraqî rasterast berve navçeya Hemam Elîl (Di navbera navçeya Şura û Mûsilê de ye) di pêşveçûnê de ne.

Operesyona konterolkirina Mûsilê roja 17 Cotmetê bi beşdariya Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzeke taybet ya Amerîkî û bi piştevaniya asmanî ji Amerîka, Fransa û Birîtanyayê dest pê kir, heta niha gund û navçeyên hatina rizgarkirin jî di qonaxa yekem û ya duyem ya opersyonê de bûn.

Top