• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê Eniya Tirkmen: Ebadî tirkmenan piştguh dike

Gulan Media October 30, 2016 Nûçe
Serokê Eniya Tirkmen: Ebadî tirkmenan piştguh dike
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê dibêje, serokwezîrê Iraqê pêkhateya Tirkmenan piştguh kiriye.

Îro 29.10.2016ê serokê eniya tirkmenan Erşed Salihî daxuyaniyekî rojnamevanî de, daxwaza avakirina lîwayekî artêşa Iraqê bo bajarê Kerkûka Kurdistana başûr kir.

Erşed Salihî behsa vê yekê jî kir, ku dibe rêxistina tund a DAIŞê carekedin êrîş bike ser Kerkûkê û hebûna lîwayekî artêşa Iraqê taybet a Kerkûkê jî pêwîst zanî bo kêmkirina hestyariyên aliyên bajêr.

Li gor gotinên serokê eniya tirkmenan, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî wekî ku pêkhateya Tirkmenan piştguh kiriye û ji êrîşên terorîstan naparêze tometbar kir.

Ev gotinên Erşed Salihî di demekê de ye ku, demekî zêdeye gundê Beşîr ê tirkmenan li sînorê parêzgeha Kerkûkê di bin desthilatdariya DAIŞê de bû û artêş û hêzên Iraqê nekarîn rizgar bikin, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di 24 saetan de karî rizgar bike.

Basnews
Top