Artêşa Tirkiyê dest danî ser zeviyên Rojavayê Kurdistanê
Artêşa Tirkiyê ji roja 16ê Sibata 2015an ve, hin gundewarên Efrînê bordûman dike, lê piştî destpêkirina operasyona Mertala Feratê roja 24ê Tebaxa 2016an û piştî ku hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD hin gundên herêma Şehbayê ji destê DAIŞê derxistin û di navbera wan û hêzên opozisyonê Sûrî de ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, ketin şer, ev êrîş zêde bûn.
Artêşa Tirkiyê di destpêka meha Îlonê de, bi behaneya ku hinek kesan gule berdane qereqolên wê yên li Îsalhiya Dîlokê ku dikeve sînorê navberra Reco ya Efrînê, bargehên hêzên YPGê yên li gundê Sorkê yê Recoyê topbaran kirin û wê demê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn, ku piraniya wan xelkên sivîl bûn.
Artêşa Tirkiyê bi mebesta avakirina dîwaran li ser sînorê Tirkiyê beriya 2 heftiyan 500 metreyî kete nav xaka Efrînê ku ew zeviyên xelkên gundê Sorkê ne, gundiyan nerazîbûna xwe li hember vê derbasbûna artêşa Tirkiyê li zeviyên xwe nîşan dan û ew bi “dagîrkirin” binav kirin. Di encamê de pevçûn derket.
Hêzên artêşa Tirkiyê bombeyên gazê û ava şid li hember wan xelkan bikar anîn. Bi gotina çavkaniyeke xwecihî 8 welatî jî birîndar bûn.
Li gorî welatiyekî xelkê Sorkê ku bi rêya telefonê bi Rûdawê re axaft, leşkerên artêşa Tirkiyê dibêjin ku ew xak ji serdema Osmaniyan ve xaka Tirkiyê ye û tapoyên wê di destê wan de hene, û ew li gorî biryara artêşa xwe hatine wê derê.
Welatiyê ji gundê Sorkê ye û nexwest navê wî bê ragihandin got: “Beşekî mezin ji wan zeviyên ku artêşa Tirkiyê dest daniye ser û dîwaran lê çêdike, yên malbata wî ne û ji bav û kalan ve ew tê de kar dikin û ew zeviyên wan in.”
Li gor agahiyên ku ji Efrînê tên, bi armanca protestokirina derbasbûna artêşa Tirkiyê bo nav xak û zeviyên gundê Sorkê, bi hezaran xelkên Efrînê û bi taybetî jî yên navçeya Reco daketin ser sînor û dest bi çalakiyan kirin.
Rudaw
