• Monday, 23 February 2026
logo

Heşda Şeibî diçe Tileferê

Gulan Media October 30, 2016 Nûçe
Heşda Şeibî diçe Tileferê
Çekdarên Heşda Şeibî ku Îran piştevaniya wan dike ragihandin, ew berve bajarokê Tileferê yê Tirkmenişîn ve diçin.

Bajarokê Tileferê dikeve rojavayê Mûsilê û xelkê wê ji pêkhateyên Tirkmenên Şî'î ne, piştî dagîrkirina wê bajarokî ji aliyê DAIŞê ve, xelkên wê koçber û derbider bûn.

Bi girtina Tileferê ji aliyê hêza Heşda Şeibî ve, nîgeraniya Tirkiyê zêde dibe.

Berê Heşda Şeibî ragihandibû, ku ew diçine nava Mûsilê, ew yek jî bûbû cihê nîgeraniya Sune û rêxistinên navdewletî, ji ber ku metirsî ji encamdana tawanên dijî mirovan li hember pêkhateyên din yên wî bajarî heye.

Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihandiye, duh berbangê hêzên wan berve Tileferê bi rê ketine û diçin wî bajarokî kontrol bikin.

K24
Top