• Monday, 23 February 2026
logo

PDK Bakûr hewla avakirina partiyeke nû dide

Gulan Media October 30, 2016 Nûçe
PDK Bakûr hewla avakirina partiyeke nû dide
PDK Bakur, ji bo avakirina partiyeke qanûnî li Amedê komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de riyên avakirin û pêşxistina PDK Bakur hatin nîqaşkirin. Hem rêveber û hem jî dildarên partiyê dibêjin PDK xetek e û ew dixwazin bi partiyeke qanûnî vê xetê li Bakurê Kurdistanê zindî bikin.

PDK Bakur piştî kongreya xwe ya li Hewlêrê biryar dabû ku di nava 6 mehan de partiyeke qanûnî ava bike, ji bo partîbûnê li Amedê komxebatek li dar xist.

Digel serkêş û dildarên PDK Bakur, hin rûsipî jî di komxebatê de amade bûn.

Rêveberên partiyê dibêjin ew dixwazin bi vê komxebatê perspektîfa xwe zelal bikin û nexşerêyeke baş ji bo partiya xwe deynin.

Serokê PDK Bakurê Sertaç Bucak ji Rûdawê re wiha got: “PDK divê bibe partiyeke yasayî. Em dixwazin xebatekî medenî bimeşînin. Bi awayeke aştiyane, demokratîk em xebatek bikin. Maneya wê ev e ku em ê hemû mafên neteweyî yên kurdan bînin ziman û çarenûsa wê jî.”

Li gorî hin dildarên ku PDKê weke xetek li ser partiyan dibînin jî ger xebateke baş bê kirin, PDK li Bakur dikare bibe sîwaneke neteweyî ya berfireh.

Dildarê PDKê Eladîn Epozdemîr jî wiha got: “Îro di şertê Kurdistanê û Tirkiyê de PDK ji bo miletê kurd lazim e. Ez bawer im PDK ku xebata siyasî ya legal bike dê bi ser bikeve.”

Di komxebatê de zêdebûna ciwanan jî weke xwîneke nû bo pêşxistina PDK Bakur tê dîtin. Ciwan ji pêşeroja partiya xwe bi hêvî ne.

Partiya Demokrata Kurdistan li Bakur di sala 1965an de li Amedê hatibû avakirin. PDK Bakur xwedî xeteke 51 salî ye. Serkêşên wê niha dixwazin bi partiyeke qanûnî vê xetê di nava civakê de girseyî bikin.

Rudaw
Top