Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo malbata xwedê jêrazî helbestvanê mezin Mam Hêdî
Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya helbestvanê mezin û navdarê gelê me Mamosta Xaldî Hisamî (Mam Hêdî) gihîşt me. Mam Hêdî, helbestvaneke mezin û têkoşer û şoreşgerekî bi bawer û bi helwest bû. Jiyana xwe bi navê doza rewaya gelê xwe û serkeftina xebata Kurdayetiyê da bi ser bir û bi wê navê jî koçberiyê dît û zêde westiya.
Hêdî mînaka wefa û dilsozî û niştimanperweriyê bû. Hîç sînorekî ji bo Kurdayetî û xebata neteweyî nedinasî. Her ji bo wê yekê jî herdem ji aliyê niştimanperwer û têkoşeran ve bi çavê rêz û teqdîrê ve dihate temaşekirin û yek jî wan kesan kesayetiyan jî bû ku ji aliyê cenabê Barzaniyê Nemir ve herdem cihê rêz û hurmetê bû. Ji destdana Mam Hêdî ji bo gelê me û edeb û çanda Kurdewariyê xesaretekî mezin bû. Li pirseya Mam Hêdî da serxweşiyê li xwe û malbat û kesûkarê rehmetî û tevahiya edîb û nivîskar û helbestvanê Kurdistanê dikim û xwe bi xwediyê pirse û beşdarê xema we dizanîn.
Silav li giyanê pakê Mam Hêdî û ji xwedayê mezin hêvîdarîn cihê wî bihûşta fireh bê û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29.10.2016
