Ji Efrînê bi pêşmerge re tevli operasyonê bû
Keçeke pêşmerge, ku xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje xelk gelekî kêfxweş dibin dema ku dibînin Hêzên Pêşmerge wan ji destê DAIŞê rizgar dikin.
Bi gotina wê pêşmergeya efrînî, milet di nava pêşmergeyan de bi aramî û asayişê dihese.
Ew pêşmergeya Efrînî, niha di sengerên herî pêş ên de şer de ye û li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê şer dike.
Ew keça Kurd a ji Efrînê dibêje, Kurdistan yek welat e û eger li her perçeyekî Kurdistanê pêwîstî bi wan hebe, ew amade ne ku biçin û şer bikin.
Rudaw
