Eşîretên ereb ên Nînowa bo Malikî: Barzanî xwedî helwêste
Gotûbêjê encûmena eşîretên ereb ên parêzgeha Nînowayê Şêx Mûzahîm Ehmed El huyt, bi beyanameyekê ragehand, ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, bûye sedemê dagirkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve.
Şêx Mûzahîm dibêje daxuyaniyên Nûrî Malikî yên dijî herêma Kurdistanê xeletin û ji aliyê Îranê ve êrîşên tên kirinin û dixwazin nakok û şer di navbera pêkhateyên Nînowa de ava bikin.’’
Roja 26.10.2016ê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî êrîş kir ser herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û daxwaza paşve kêşana hêzên Pêşmerge bo sînorên berî sala 2003ê kir.
Gotûbêjê encûmena eşîretên ereb ên Nînowa di daxuyaniya xwe de, derbarê gotinên Malikî yên ji bo serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de jî got; ‘’Mesûd Barzanî xwedî helwêste li gel hemû gelên parêzgeha Nînowa.’’
Şêx Mûzahîm diyar kir, bedel û qurbanî dana hêzên Pêşmerge di rizgarkirina navçeyên dagirkirî yên parêzgeha Nînowa de jî nirxand û diyar kir, dema Herêma Kurdistanê derî ji bo penaberên parêzgeha Nînowa vekiriye û ew parastin, wê demê ‘’tu li kûderê bûy.’’
Basnews
