• Monday, 23 February 2026
logo

NY: Em bi girtina Kişanak û Anli dilgiranin!

Gulan Media October 29, 2016 Nûçe
NY: Em bi girtina Kişanak û Anli dilgiranin!
Berdevka komîsyona bilind a Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî diyar kir ku, ew bi binçavkirina hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli gelek dilgiran in. Shamdasanî anî ziman ku divê Tirkiyê li hemberî yasayan rêzdar be û li gor yasayan tevbigere.

Derbarê vê yekê Berdevka komîsyona bilind a Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî di daxuyaniyeke nivîskî de lîstiyeke hişyariyê ku, navê Tirkiye, Iraq û Kenyayê di nav de ye belav kir.

Shamdasanî ragihand ku, binçavkirina Kişanak û Anli, parçeyek ji girtina nûnerên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê) rûdidine.

Ravîna Shamdasanî ji ber rewşa awarte ya li Tirkiyê dilgiraniya xwe anî ziman û wiha got, nivîsîngeha Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî ji dûr jî be vê rewşê dişopîne û bûyerên rojane rûdidin belav dike.
Ji destpêkirina operasyonên li Bakûrê Kurdistanê ve, Enqereyê destûr nedaye Komîseriya Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî serdana wan herêman bike.

Basnews
Top