• Monday, 23 February 2026
logo

Kerkûk - 90 kuştî; 15 heta 20 çekdar jî nediyar in

Gulan Media October 29, 2016 Nûçe
Kerkûk - 90 kuştî; 15 heta 20 çekdar jî nediyar in
Rêvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê, emîd Serhed Qadir dibêje, 90 çekdarên DAIŞê di êrişa herî dawî de li Kerkûkê hatine kuştin, lê belê ti agahî derbarê 15 heta 20 çekdarên din de nînin.

Serhed Qadir îro înê 28ê Cotmeha 2016 di daxuyaiyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di êrişa vê dawiyê ya DAIŞê bo ser bajarê Kerkûkê de, 127 çekdar hatibûne nava bajêr. Ji wê hejmara 15 heta 20 çekdar nehatine girtin û nayê zanîn, ku ew çekdar li sînorê Kerkûkê mane yan jî revîne.”

Serhed Qadir da xuyakirin, wan heta niha ti agahî li ser çarenivîsa wan 15-25 çekdarên DAIŞê nîne.

Rêvebirê Polîsê Kekrûkê tekez kir, heta niha 90 çekdarên DAIŞê di bûyera êrişa DAIŞê bo ser Kerkûkê û operasyona hêzên ewlehiyê de hatine kuştin û termên wan ketine destê hêzên ewlehiyê yên Kekrûkê.

Emîd, Serhed Qadir da zanî, ku hin çekdaran jî di wê êrişa dawî de xwe teqandin û termên wan yan nemane û yan jî parçe parçe bûne.

Roja înê ya bihorî 21ê Cotmeha 2016, çend komên çekdarên DAIŞê bi dizî ketin nav bajarê Kerkûkê ji saet 03:30ê serê sibehî ve dest bi êrişeke berfireh kirin.

Di encama êrişê de, şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge de derketin û di rûbirûbûneke tund de, êrişa DAIŞê hat şikandine.

Di êrişa DAIŞê de, bi dehan hevwelatiyên sivîl, polîs, asayiş û pêşmerge şehîd bûn û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Rudaw
Top