Kerkûk - 90 kuştî; 15 heta 20 çekdar jî nediyar in
Serhed Qadir îro înê 28ê Cotmeha 2016 di daxuyaiyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di êrişa vê dawiyê ya DAIŞê bo ser bajarê Kerkûkê de, 127 çekdar hatibûne nava bajêr. Ji wê hejmara 15 heta 20 çekdar nehatine girtin û nayê zanîn, ku ew çekdar li sînorê Kerkûkê mane yan jî revîne.”
Serhed Qadir da xuyakirin, wan heta niha ti agahî li ser çarenivîsa wan 15-25 çekdarên DAIŞê nîne.
Rêvebirê Polîsê Kekrûkê tekez kir, heta niha 90 çekdarên DAIŞê di bûyera êrişa DAIŞê bo ser Kerkûkê û operasyona hêzên ewlehiyê de hatine kuştin û termên wan ketine destê hêzên ewlehiyê yên Kekrûkê.
Emîd, Serhed Qadir da zanî, ku hin çekdaran jî di wê êrişa dawî de xwe teqandin û termên wan yan nemane û yan jî parçe parçe bûne.
Roja înê ya bihorî 21ê Cotmeha 2016, çend komên çekdarên DAIŞê bi dizî ketin nav bajarê Kerkûkê ji saet 03:30ê serê sibehî ve dest bi êrişeke berfireh kirin.
Di encama êrişê de, şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge de derketin û di rûbirûbûneke tund de, êrişa DAIŞê hat şikandine.
Di êrişa DAIŞê de, bi dehan hevwelatiyên sivîl, polîs, asayiş û pêşmerge şehîd bûn û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Rudaw
