• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Mamosta Hêdî Pêşmerge, rewşenbîr û yadigarê Pêşewa Qazî Muhemed û Barzaniyê nemir bû

Gulan Media October 29, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Mamosta Hêdî Pêşmerge, rewşenbîr û yadigarê Pêşewa Qazî Muhemed û Barzaniyê nemir bû
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma kurdistanê ji bona koça dawî a hozanvanê navdarê Kurd Mamosta Xalid Hisamî nasyar bi Hêdî sersaxiyê ji malbata Xwedê jê razî, xelkê Bokan û Mehabadê û gelê Kurdistanê dike.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye: Mamosta Xalid Hisamî 89 salan berî niha li gundê Şêxalî navbera Bokan û Mehabadê ji malbateka nasyar ji dayik bû û kesatî û hozanvanekê xweştiviyî Bokan û Mehabadê bû. Tevî her du hozanvan û rewşenbîrên navdar Hêmin û Hejar sê koçka rewşenbîrî û edebiyata devera Mukiryanê bû.

Her wiha dibêje beşdarê Komara Kurdistanê û Şoreşa Îlonê bibû, hozan û nivîsînên wî li rojname û kovarên Komara Kurdistanê û Şoreşa Îlonê û kar kirina wî li Radyo ya Dengê Kurdistana Îraqê ji bo şoreşvanên Kurdistanê û Pêşmerge bi moral bûn.

Mamosta Hêdî piştî neman Şoreşa Îlonê û destpêkirina şoreşê, wek hozanvanekê şoreşvan careka din hate nava şoreşê, emegdarî û nizîkatiya wî bûye sedema vê yekê bikar hozanên bi hest û soz ji bo koç û bîranînên serdemên Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bihûne.

Ew ji bo me Pêşmerge, rewşenbîr û yadigarê Pêşewa Qazî Muhemed û Barzaniyê nemir bû.

Li Dawiya peyam xwe, Nêçîrvan Barzanî dibêje Mamosta Xalid Hisamî bi xebat û berhemên xwe her dem wek kesekê xweştiviyê gelê xwe û wefadarê armancên şoreşa Kurdistan û kurdatiyê dimîne.

Top