Bakûr – Li gelek bajar û deveran şer û teqîn qewimîn
Duh li bajarên Batman, Amed, Çewlîg, Sêrt û Colemêrgê yên Kurdistana Bakûr, di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de, li hinek cihan şer derket û li hinek cihan teqîn qewimîn.
Li gorî medyaya Tirkiyê, li Amed û Çewlîgê teqîn qewimîn û di encama wan teqînan de herî kêm 3 serbaz hatin kuştin.
Li Batman, Colemêrg û Sêrtê jî pevçûn qewimîn, di encama wan şeran de jî herî kêm 2 serbaz û cerdevanek hatin kuştin.
Basnews
