• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Leşkerên Îraqê nikarin bi tenê Mûsilê kontrol bikin

Gulan Media October 28, 2016 Nûçe
Amerîka: Leşkerên Îraqê nikarin bi tenê Mûsilê kontrol bikin
Şarezayekê serbazî dîyar kir: leşkerê Îraqê bo şerê nava Mûsliê dê daxwaza harîkarîyê ji pêşmerge bike.

Rêk Frankona, şarezayê serbazî; di dîdarekê da di gel kenalê “CNN” behsa operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê kir.

Rêk Frankuna got: pêşveçûnên hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê başin û niha ew hêz heşt kîlometran ji navenda bajar dûrin, Daişê bo demê du salan karê; vî şerî kirîye û rêkên bajar bombe kirine û nîşangir jî belav kirine, lewra nabe leşkerê Îraqê lezê di çûna nava Mûsilê da bikin.

Wî şarezayê serbazî pesna pêşmerge da û got: hêzên pêşmerge dubare dîyar kir, ew baştirîn hêzin di şerê dijî Daişê da û xuya kir: leşkerê Îraqê bê alîkarîya pêşmerge nikare Mûsilê kontrol bike û dê daxwaza alîkarîyê ji pêşmerge bike.

War.tv
Top