• Monday, 23 February 2026
logo

PKKê boriya gaza Îran û Tirkiyê teqand

Gulan Media October 28, 2016 Nûçe
PKKê boriya gaza Îran û Tirkiyê teqand
Boriya gazê ya ku ji Îranê derbasî Tirkiyê dibe, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hat teqandin û hinartina gazê rawestiya.

Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand, duh bi şev li nav xaka Tirkiyê, boriya ku gaza Îranê derbasî Tirkiyê dike, hat teqandin.

Li gorî agahiyên wê wezareta Îranê, ji ber teqandina boriyê, hinartina gazê hatiye sekinandin lê dê di demek kurt de borî were çêkirin û hinartina gazê dîsa dest pê bike.

Hat gotin ku boriya gazê ya navbera Îran û Tirkiyê li hinda bajarokê Bazîdê yê Kurdistana Bakûr, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye teqandin.

basnews
Top