PKKê boriya gaza Îran û Tirkiyê teqand
Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand, duh bi şev li nav xaka Tirkiyê, boriya ku gaza Îranê derbasî Tirkiyê dike, hat teqandin.
Li gorî agahiyên wê wezareta Îranê, ji ber teqandina boriyê, hinartina gazê hatiye sekinandin lê dê di demek kurt de borî were çêkirin û hinartina gazê dîsa dest pê bike.
Hat gotin ku boriya gazê ya navbera Îran û Tirkiyê li hinda bajarokê Bazîdê yê Kurdistana Bakûr, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye teqandin.
basnews
