• Monday, 23 February 2026
logo

Başik: Pêşmerge gundê Fazilîyê ji Daişê paqij kir

Gulan Media October 28, 2016 Nûçe
Başik: Pêşmerge gundê Fazilîyê ji Daişê paqij kir
Hêzên pêşmerge, operasyoneka berfireh bo paqij kirina gundê Fazilîyê li bereyê Başîkê destpêkir û ew gunde bi temamî ji Daişê paqij kir.

Selam Mişîr nûnerê War li gundê Fazilîyê ragîhand; duh nîvro, hêzên pêşmerge, operasyoneka berfireh bo kontrolkirina gundê Fazilîyê li bereyê Başîkê li bakurê Mûsilê destpêkir û piştî demekê kêm, ew gunde bi temamî kontrol kir.

Got jî: Daişê çi bergirîyek li wî gundî nemabû û jinava gund revîyane û hijmareka mezin a çek û trumbêlên xwe dinava gund da hêlabûn û niha jî pêşmerge dest pişkinîna ciyên mîn kirî kirîye.

War.tv
Top