Başik: Pêşmerge gundê Fazilîyê ji Daişê paqij kir
Selam Mişîr nûnerê War li gundê Fazilîyê ragîhand; duh nîvro, hêzên pêşmerge, operasyoneka berfireh bo kontrolkirina gundê Fazilîyê li bereyê Başîkê li bakurê Mûsilê destpêkir û piştî demekê kêm, ew gunde bi temamî kontrol kir.
Got jî: Daişê çi bergirîyek li wî gundî nemabû û jinava gund revîyane û hijmareka mezin a çek û trumbêlên xwe dinava gund da hêlabûn û niha jî pêşmerge dest pişkinîna ciyên mîn kirî kirîye.
War.tv
