• Monday, 23 February 2026
logo

Efrîn – Artêşa Tirkiyê 17 welatiyên Kurd birîndar kir

Gulan Media October 28, 2016 Nûçe
Efrîn – Artêşa Tirkiyê 17 welatiyên Kurd birîndar kir
Artêşa Tirkiyê bi gule û gaza rondikrêj êrîş birin ser welatiyên sivîl yên Efrînê kirin, 17 kesên sivîl birîndar bûne.

Malpera kenala Kurdistan24(K24) ragehand ku, artêşa Tirkiyê li gundê Sorkê ya ser bi navçeya Reco ve, bi guleyên lastîkî û gaza rondikrêj êrîş birin ser xelkên sivîl û di encamê de 17 kes birîndar bûne û rastî tengehenaseyê hatine.

Li gorî Peyamnêrê K24, 3 kes bi guleyên lastîkî û 14 kes jî ber tengiya nefesê bo navenda Heyva Sor a Kurdî hatine veguhastin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17 Cotmehê sînorê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê derbas kiriye û bi sedan darên zeytûnê yên gundê Sorkê hildike û dîwarekî li ser sînor ava dike.

Wek çalakiyeke şermezarkirinê jî, welatiyên gundê Sorkê û navçeya Reco ve li ber sînor kom dibin xwepêşandanan dikin û hewl didin hilkirina darên zeytûnê û avakirina dîwar ji aliyê artêşa Tirkiyê ve rawestînin.

Basnews
Top