Efrîn – Artêşa Tirkiyê 17 welatiyên Kurd birîndar kir
Malpera kenala Kurdistan24(K24) ragehand ku, artêşa Tirkiyê li gundê Sorkê ya ser bi navçeya Reco ve, bi guleyên lastîkî û gaza rondikrêj êrîş birin ser xelkên sivîl û di encamê de 17 kes birîndar bûne û rastî tengehenaseyê hatine.
Li gorî Peyamnêrê K24, 3 kes bi guleyên lastîkî û 14 kes jî ber tengiya nefesê bo navenda Heyva Sor a Kurdî hatine veguhastin.
Artêşa Tirkiyê ji roja 17 Cotmehê sînorê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê derbas kiriye û bi sedan darên zeytûnê yên gundê Sorkê hildike û dîwarekî li ser sînor ava dike.
Wek çalakiyeke şermezarkirinê jî, welatiyên gundê Sorkê û navçeya Reco ve li ber sînor kom dibin xwepêşandanan dikin û hewl didin hilkirina darên zeytûnê û avakirina dîwar ji aliyê artêşa Tirkiyê ve rawestînin.
Basnews
