Kanadayê deriyê xwe ji êzdiyan re vekir!
Dagîrkirina Şingalê di 3 Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve wek karesata komkujiya Êzidiyan û derbiderbûn û penaberbûna bi dehan hezar welatiyên Êzidî tê binavkirin.
Opozîsyona Parêzgar û bi piştevaniyeke taybet ji Partiya Lîberal ya Kanadî, ku Serokwezîr Justin Trudeau ji wê partiyê ye, daxwaz ji parlementoyê kir, ku biryara dana mafê penabertiyê bo Êzidiyan kir.
Wezîrê Koç û Koçberan John Malcom ragihand, heta niha hikûmeta nizane ku hejmara wan Êzidiyan çend e, ku di 120 rojên bê de pêşwaziya wan tê kirin.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau li pêş parlementoya welatê xwe de ragihand, girîng e tekezî li ser wê yekê bikin, ku Kanada her welatekî vekirî ye û beşdarî li pêşwazîkirina pêkhateyên lawaz li her cihekî li cîhanê dike.
basnews
