• Monday, 23 February 2026
logo

Heşdî Şeibî hejmarek penaberên sunne darve kirin

Gulan Media October 27, 2016 Nûçe
Heşdî Şeibî hejmarek penaberên sunne darve kirin
Çekdarên milîs ên Heşdî Şeibî hejmarak erebên sunne yên başûrê Mûsilê darve kirin .

Çavkaniyek ji artêşa Iraqê ji malpera Raye ya Qeterê re ragehand, ku çekdarên milîs ê rêxistina Bedir, ku Hadî Amrî serokatiya wê dike, li pêş artêş û polîsê Iraqê pênc zilamên penaber ên erebên başûrê Mûsilê cezayê darvekirinê dan wan û ew gulebaran kirin û kuştin.

Ew pênc kesên ku hatin kuştin li gel zarok û jinekî, ji cîhên bin desthilatiya rêxistina tund a DAIŞê revîbûn û bo parastina xwe, berê xwe dabûn navçeyên bin desthilatiya artêş û polîsê Iraqê li başûrê Mûsilê.

Basnews
Top