Heşdî Şeibî hejmarek penaberên sunne darve kirin
Çavkaniyek ji artêşa Iraqê ji malpera Raye ya Qeterê re ragehand, ku çekdarên milîs ê rêxistina Bedir, ku Hadî Amrî serokatiya wê dike, li pêş artêş û polîsê Iraqê pênc zilamên penaber ên erebên başûrê Mûsilê cezayê darvekirinê dan wan û ew gulebaran kirin û kuştin.
Ew pênc kesên ku hatin kuştin li gel zarok û jinekî, ji cîhên bin desthilatiya rêxistina tund a DAIŞê revîbûn û bo parastina xwe, berê xwe dabûn navçeyên bin desthilatiya artêş û polîsê Iraqê li başûrê Mûsilê.
Basnews
