Mehmûd Osman: Malikî dixwaze artêşa Iraqê cîhê Mûsilê êrîş bike Kurdistanê
Derbarê gotinên Nûrî Malikî yên beramber Herêma Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê de, siyasetmedarê kurd û endamê encûmena nûnerên Iraqê yê berê Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Helwêstê Nûrî Malikî li hember Kurdistanê pir xirap û negetîfe û tu helwêstekî wî yê baş nebûye. Bi taybet dema desthilatiya xwe û demên wê yên dawiyê de û naha jî naxwaze artêşa Iraq û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di yek eniyê de şer bikin, wî dixwast artêşa Iraqê êrîş bike Kurdistanê û êrîş bike Pêşmerge.’’
Herwaha got, daxuyaniyên Malikî pir xirabin û dema malikî behsa vekişîna Pêşmerge dike, gotinên wî beşek li dijî Herêma Kurdistanê ne, beşek jî li dijî Heyder Ebadî ye û armanca wî dijatiya hikûmeta Ebadî ye û got: ‘’Mijara peyvendî li gel Îsraîlê, dema Bexda û bi dehan dewletên erebî di raboriyê de şer li gel Kurdistanê dikirin, ma Kurdistanê hewara xwe bibira gel kî? Ji ber hemû cîran li dijî te bin û şer li gel te bikin, tu jî naçarî berevaniya xwe bikî, ji bo vê babeta peyvendiyên Kurdistan û Îsraîl babetekî ecêbe, eger kesekî wek Malikî bikarê gotinekî waha bike, eger na ew gotinên wî dûrin ji mantiq.’’
Mehmûd Osman got: ‘’Malikî pir nîgerane ji ber Hewlêr û Bexda hevkarê yekin û Pêşmerge û artêşa Iraqê hevkarê yekin, demekê xwast nakokî bixe nav mala Kurdistanê û hewl da pirsgirêk di navbera PDKê û YNKê de ava bike, lê nekarî û ev yek ji bo Malikî bûye xemekî mezin.’’
Basnews
