PDKê bersiva Nûrî Malikî da
PDKê ragihand Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî di hevpeyvînekê li gel ajanseke nûçeyan hinek nerîn û gotnên ne di cih de derbarê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDKê de anise ziman.
Di daxuyaniya PDKê de wiha hatiye gotin: “Hemû gelên Iraqê Nûrî Malikî nas dike ku rola wî di tayîfegerî û gendellî û têkdana jiyana siyasî û aborî û ewlehiya Iraq çi ye. Tevî wê jî di berisiva zîdegavên Malikî de em dibêjn, zilamekî bê wefa ye qencyên ku gelî kurd û hêzên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî PDKê li beriya 2003 û piştî wê jî ji Malikî re kirine ti kes û aliyan jê re nekirine.
Di hember de tawan û xiyaneta Malikî hember gelê Kurdistanê kirine ji tawanên Elî Hesen Mecîd kêmtir nîne.”
Lgorî heman berisva PDKê berdevkê wê dibêje, “Malikî di gotinên xwe de behsa sinorê Kurdistanê û pêşmerge kiriye, bila em Malikî piştrast bikin ku sinorê Kurdistanê ne ew sînorê ku Sedam Hisên û Malikî dest nîşan dikine. Sinorê Kurdistanê ew sînore ku pêşmerge bi xwîna xwe ji destê DAIŞê derxistne dê bicî bikin.
Rudaw
