• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandeyekî Amerîkî: YPG dê tevlî şerê azadkirina Reqayê bibe

Gulan Media October 27, 2016 Nûçe
Fermandeyekî Amerîkî: YPG dê tevlî şerê azadkirina Reqayê bibe
Fermandeyekî mezin ê artêşa Amerîka dibêje, şervanên YPGê dê tevlî operasyona azadkirina bajarê Reqayê yê Sûriyê bibin.



Yek ji fermandeyên artêşa Amerîka bi navê Stephen Townsend, ku niha li Iraqê ye, diyar kiriye ku şervanên YPGê dê tevlî operasyona Reqayê bibin.



Wî fermandeyê amerîkî her wiha gotiye, ji bo ku ku em bikaribin rêya navbera Reqa û Iraqê qut bikin, pêwîstiya me bi şervanên kurd ên Sûriyê heye.



Derheqê dijîtiya Tirkiyê li hember tevlîbûna YPGê di şerê Reqayê de jî wî fermandeyê amerîkî gotiye, haya me jê heye ku Tirkiye naxwaze şervanên kurd tevlî operasyonê bibin lê em niha bi rayedarên Tirkiyê re li ser wê mijarê gotûbêj dikin.



Tirkiye bi tundî li dijî wê ye YPG tevlî operasyona Reqayê bibe, ji ber ku li gorî Enqerê, YPG heman PKK ye.



Wezîrê Berevaniya Amerîka duh gotibû, operasyona Reqayê dê di demek nêzîk de dest pê bike.



Basnews
Top