Barzanî: Em naxwazin derbasî nav Mûsilê bibin
Îro çarşemî 26ê Cotmeha 2016, duyemîn roja sêyemîn dîdara Peymanegha Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) li Hewlêrê birêve çû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî danê êvarî di panêlekê de beşdar bû û derarê, pêşhatên herî dawî li herêmê û Kurdistanê, şerê Mûsilê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha nakokiyên her du aliyan û pêşeroja Kurdistanê axavtinek kir.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de behsa giringiya Mûsilê kir û ragihand, Mûsil di warê siyasî, leşkerî, coxrafî û aborî de ji Kurdistanê re giring e.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û got: “Em vê operasyona ku niha dest pê kiriye, gelek giring dibînin bo pêşeroja Kurdistanê û Iraqê.”
Barzanî diyar kir, ku di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ku niha pêkve di şerê Mûsilê de beşdar in, hevrêziyek baş heye û di warê leşkerî de hemahengiya navbera wan di asteke giring de ye.
Barzanî tekez kir, asta hemahengiya Kurdistan û Iraqê di astekê de ye, ku piştî 25 salan Hewlêrê rê da ku Artêşa Iraqê bi ser axa Kurdistanê re derbas bibe û da zanîn, ku ti kes û aliyan çaverê nedikir, ku Artêşa Iraqê bi rêya axa Kurdistanê derbasî aliyê Mûsilê bibe.
Barzanî behsa serkevtinên Hêzên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de kir û da zanîn: “Ew cihên ku bo Pêşmerge hatine diyarkirin, heta niha wan ew armanc bi awayekê serkevtî bi dest xistine.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pêşeroja Mûsilê piştî bi dawî hatina operasyona girtina vî bajêrî kir û got, meseleya Mûsilê tenê aliyê leşkerî nîne, giring ev e ku piştî DAIŞê dê li Mûsilê çi biqewime.
Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku DAIŞ li Iraqê dirust bûye û ji vê civakê û di encama siyaseteke şaş de peyda bûye, ji ber wê jî giring e ku were zanîn, ka dê pêşeroja vî welatî dê çawan be.
Rudaw
