• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan: Emê êrişî YPGê bikin – Amerîka agahdar e!

Gulan Media October 26, 2016 Nûçe
Erdogan: Emê êrişî YPGê bikin – Amerîka agahdar e!
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan got, wan biryar daye ku di demeke gelek nêzîk de, PYD û YPG ji Munbicê derxînin û Amerîka jî ji wê yekê agahdar e.

Receb Tayyib Erdogan, di civîna Muxtaran de axavtinek pêşkêş kir û got, yan dê hêzên PYD bi rihetî derkevine rojhilatê Çemê Firat yan jî dê bi zorê werin derxistin.

Erdogan wiha got: “Wan Dabiq ji destê DAIŞê derxistin, niha wan berê xwe dane Babê, eger PYD û YPG li hemberî wan derkevin, ew dê nesekinin û şerê wan jî bikin, ew dê ji Babê jî berê xwe bidin Minbicê.”

Serokomarê Tirkiyê dîsa bal kişande ser Mîsaqî Milî ya tirkan û got, ew tiştekî dîrokî û belgeyî ye, lê çavên wan ne li axa Iraqê ye ne jî li axa Sûriyê.

Erdogan eşkere kir ku wan ji dostên xwe yên amerîkî re jî gotine, ku ew dê şerê xwe li hemberê DAIŞ, PYD û YPGê berdewam bikin.

Rudaw
Top