Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê amadeya hemû nakokiyan ligel Bexda bi riya diyalogê çareser bike
Di civînê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û wezîrên karbidestên Herêma Kurdistanê amadebûn, behsa dawî bûyerên navçeyê bi tabet hemahingiya di navbera Pêşmergeyên Kurdistan û artlşa Iraqê jibo azadkirina Mûsilê û navçeyên wê hat kirin, emar Hekîm jî serxweşî arasteyî malbatên şehîdên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir û hêvî xwest ku herî zû birîndar jî çareserbibin.
Herwiha tekez kir ku, operasyona Mûsilê ew yek tesbît kir ku, heger îradeya siyasî hebe wê hemhingiya pêwîst pêkbê û hemû pirsgirêkên Iraqê dê werin çareserkirin û Iraq dê ji kêşe û nakokiyan rigarbibe.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasya serdana şanda mêhvan kir û hemhingiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de jibo azadkirina Mûsilê bilind nirxand, herwiha tekez kir ku, hevakrî ligel Hikûmeta Iraqê dê berdewam be.
Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye ku hemû pirsgirêkên ligel Bexda bi riya hevdîtin û gotûbêjan çareser bike û pêwendiyên Hewlêr û Bexda di dema bê de dê bihêztir bibin, ji aliyekî din ve jî amaje bi wê yekê kir ku, divê Hikûmeta Bexda derbarê koçberan ku tê pêşbînîkirin bi hejmarek mezin ji Mûsilê berê xwe bidin Herêma Kurditanê alîkariya Herêma Kurdistanê bike, da Kurdistan karibe baştir xizmeta wan koçberan bike.
Basnews
