Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi reforman berhingarê qeyrana darayî dibe
Serokwezîr li destpêkê sersaxiya malbatên şehîdan kir û hêviya zû baş bûnê ji birîndaran xwest û spasiya pêşmerge, polîs, hêzên emnî, dijî teror, asayiş û gelê Kurd bi taybetî li Kerkûkê û serketinên li bere yên ceng kir.
Derbarê operasiyona Musilê jî, Serokwezîr xuya kir li gor rêketina tevî Îraq û hevpeymana navdewletî, Pêşmerge piraniya deverên jê re hatine spartine, kontrol kirye.
Serokwezîr derbarê pirsa koçberan xuya kir hatina koçberan li derdora Musilê ji bo Herêma Kurdistanê destpê kiriye, lê hikûmet ji ber vê rewşa darayî nikare wek pêwîst alîkariya wan bike, lewma daxwaz ji civak navdewletî kir alîkariyê bike.
Wezîrê Samanên Sirûştî raporek derbarî sektora petrolê pêşkêş kir û bal kişande ser bandora xirap ya şerê DAIŞê û daketina behayê petrolê. Ji ber vî yekê nekarî ne asta berhem anîna petrolê ji bo milyonek bermîl di rojê de zêde bikin.
Encumena Wezîran pêdagirî li ser kêm kirina xerciyan û zêde kirina dahat û bi cih anîna reforman kir ku programeka zanistî ji bo vê pirsê hatiye danan û bi alîkariya aliyên navdewletî berhingarê kirîza darayî dibin.
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr di civênê de xuya kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gelek waran gavên cidî havêştiye ji bo baştir kirina sîtema rêveberiyê bi taybetî darayî ya giştî. Lê hêşta hinek astengên mezin li dervey îradeya hikûmetê mane.
Her di vê civînê de, Wezîrê pîşesazî û Bazirganî bi wekalet xuya kir Hikûmeta Federala Îraqê li demên çend rojên borî 309 milyar Dînar pare yên cûtyarên Herêma Kurdistanê şand ku nîveya pare yên wan li salên 2014 û 2015 ye û bandoreka erênî ji bo ser pitir ji 100 hezar malbatan dibe.
Serokê Desteya Destpakiyê pêşnivîsa statijiya 5 salî ji bo berhingar bûna gendeliyê pêşkêş kir û piştî gengeşe kirinê hate pejirandin.
Wezîrê Kar û Civakê du raport derbarê pirojeya pêdana qerên biçûk û Sindûqa Civakî pêşkêş kir û ji aliyê beşdarên civînî gengeşe li ser hate kirin û biryar hate dan li civîneka taybet pêdaçûn jê re bihê kirin.
