Mesrûr Barzanî: Pêşmerge piraniya armancên xwe cibicî kiriye
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di hevdîtinekê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka û berpirsê dosya Iraqî Joseph Penington re ragihand, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê piraniya armancên xwe cibicî kir, ku di çarçoveya rêkeftinekê digel Hikûmeta Federal ya Iraqê de diyar kiribû.
Derbarê operesyona rizgarkirina Mûsilê û birêvebirina Parêzgeha Neynewayê di qonaxa piştî DAIŞê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li ser wê yekê kirin, ku nabe ti grûpeke çekdarî derveyî dezgehên fermî yên Iraqê beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê û qonaxa piştî rizgarkirinê bibin.
K24
