NY:Di sala 2016 de 3740 koçber di behra sipî de jiyana xwe ji dest dane
Her çend li gor rêjeya salan hêjmara koçberên koçî Ewropayê dikin kêm bube jî, lê hêjmara koçberên ku jiyana xwe hîn berî naha ji dest dane, li gor sala dest pêkê 3 qat zêdetir buye. Berdevkê çapemeniya komîsertiya bilind ya Netewên Yekbuyî William Spindler, ofîsa Cenevrê de daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de anî ziman ku di serê vê salê û pê de koçberên ku di behra sipî de jiyana xwe ji dest dane, hêjmara wan 3 hezar û 740 e û herwaha da xuya kirin ku ev hêjmara dinava salekî de ya herî bilinde ku koçberan tê de jiyana xwe ji dest dane ye.
Wekî din Spindler daxuya kirin ku di sala 2015 de ji 269 koçberan yek di behra sipî de jiyana xwe ji dest dane, lê vê salê de rêjeya wan giheştiye 3 qatan û ji 88 koçberan yek jiyana xwe ji dest dane û ev rewş jî fikaran dide ava kirin.
Basnews
