• Monday, 23 February 2026
logo

HDPê derbarê girtina Kişanak û Anli de daxuyanî da

Gulan Media October 26, 2016 Nûçe
HDPê derbarê girtina Kişanak û Anli de daxuyanî da
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ku ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatin binçavkirin, demildest werin berdan.

Navenda Giştî ya HDPê li ser hesaba fermî ya xwe ya tora civakî ya Twitterê, derbarê girtina her du hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de daxuyaniyek kurt da.

HDPê girtina Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kir û daxwaza demildest berdana wan kir.

Herwiha HDPê tekez kir, ku gel girtina hevserokê şaredariya Amedê qebûl neke û nerazîbûna xwe bi awayên demokratîk nîşan bide.

Di daxuyaniyê HDPê de wisa hat gotin:

“Em binçavkirina Hevşaredarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat nli û Gultan Kişanak şermezar dikin. Divê demildest bên berdan. Dê gelê me vê rewşê qebûl neke û mafê xwe yî demokratîk bi kar bîne.”

Rudaw
Top