• Monday, 23 February 2026
logo

PDKê daxwaza peymaneke nû ji partiyên Kurdistanî kir

Gulan Media October 26, 2016 Nûçe
PDKê daxwaza peymaneke nû ji partiyên Kurdistanî kir
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê daxwaza peyamneke nû ji hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir. Ji aliyekê din ve fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê komîteyekê ava dikin, da ku di vê bareyê de bi Barzanî re bicive.

Bi mebesta wergirtina raya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partiyên siyasî ji bo aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê, komîteyek ji frakisyonên parlamentoyê tê çêkirin û serdana Barzanî dike. Lê parlamenterekî Komel bêhêvî ye ji civîna ji bo aktîfkirina parlamentoyê û dibêje: "Dê tu encaman nede."

Piştî salekê ji saznekirina civînên Parlamentoya Kurdistanê, roja 19.10.2016an li bajarê Silêmaniyê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed bi serokên heft frakisyonên Parlamentoya Kurdistanê re civiya.

Farkisyon ji Goran, YNK, Yekgirtû, Komel, Bizava Îslamî, Azadî û Rafîdeynê pêk hatibûn. Di daxuyaniya civînê de hatiye diyarkirin ku: "Civîn wê vîna parlamenî wek pêngaveke mezin dibîne ku ji hêla parlamenter û frakisyonan ve ji bo aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê dest pê kiriye. Di vî alî de wê gotûbêj di navbera serokatiya parlamentoyê û frakisyonan de berdewam bibe."

Serokê Fraksyona Bizava Îslamî Şiwan Qeladizeyî ku di civînê de beşdar bû, ji Rûdawê re got: "Ev hewldan dereng ma û diviyabû civîn zûtir bihata sazkirin. Civîn hewldaneke ji bo gotûbêjên dîtir."

Meha borî jî hewldaneke din a aktîfkirina parlamentoyê hebû. Çend parlamenteran îmze kom kirin û doza aktîfkirina parlamentoyê kirin.

Ew her heft fraksyonên ku li Silêmaniyê civiyan pêkve xwediyê 61 kursiyan e.

Qeladizeyî got: "Ew heft frakisyon nîsaba qanûnî ya civîna parlamentoyê bi zêde jî temam dikin. Lê ji vê girîngtir eger civîn bê sazkirin gelo wê parlamenterên van frakisyonan beşdarî civînê bibin?"

Komîteyek ji fraksyonan

Parlamenterê YNKê Dilêr Mistefa ji Rûdawê re diyar kir ku, hewldanek li holê heye ji bo dirustkirina komîteyekê ji frakisyonan da serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên din bike da bibîne gelo piştî salekê ji cemidandina parlamentoyê bernameya wan ji bo çalakkirina wê çi ye?

Derbarê endamên wê komîteyê de, Dilêr Mistefa got: "Em vêga awayê çêkirina komîteyê gengeşe dikin. Çimkî divê parlamenter bi partiyên xwe re bipeyvin. Polîtbîroya me çêkirina komîteyê baş dibîne."

Lê hin têbîniyên Tevgera Goran li ser hinek ji wan parlamenteran hene ku doza aktîfkirina parlamenroyê dikin. Biryarderê Frakisyona Goran Ebdilrehman Elî dibêje: "Hinek parlamenter li ser ekranan behsa aktîfkirinê dikin, lê di rastiyê de ne wiha ye. Lewma baştirîn çareserî ew e ku serokê parlamentoyê bangewaziya rûniştineke parlamentoyê bike da em bizanin kê ligel aktîfkirinê ye û kê jî muzayedeyan dike!"

Komela Îslamî ji civîn û hewldanên çalakkirina parlamentoyê bêhêvî ye. Parlamenterê Komel Hewraman Geçêneyî bêhêvî ye ji wê civîna desteya serokatiyê ligel wan frakisyonan ji bo aktîfkirina parlamentoyê û dibêje: "Ew civîn tu encamekê nade. Ji ber ew heft fraksyon eger bikaribûna civîna parlamentoyê saz bikin, dê her wê rojê biryara xwe bidana."

Roja 21.09.2013an hilbijartina xula çarem a parlamentoyê birêve çû. Roja 30.04.2014an yekemîn civîna wê xulê hate sazkirin. Ev bêhtirî salekê ye ji ber girtina rê li ber vegera serokê parlamentoyê ji bo Hewlêrê, parlamento neciviyaye.

Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Fexredîn Qadir dibêje, PDKê ji ber serokatiya herêmê, parlamento cemidand û piştre partiyên din jî bi endazeya xwe berpirsyarî dikeve stûyê wan ji ber ku karekî nakin frakisyonên wan parlamentoyê çalak bikin.

Fexredîn dibêje: "Mebesta min parlamenter in ku kêmî salekê maye ev xul xilas bibe. Berpirsyariya dîrokî li ser milê parlamenteran e. Çimkî parlamentoya wan hatiye cemidandin û nikarin yasayekê derxin."


Fexredîn Qadir ku di civîna serokê parlamentoyê û serokê heft frakisyonan de beşdar bû, derbarê civîna bê ya Parlamentoya Kurdistanê dibêje: "Ji bo civîna bê dem nehatiye destnîşankirin, lê me li hev kir ku frakisyon bi partiyên xwe re bicivin û awayê aktîfkirina parlamentoyê gengeşe bikin."

PDK peymaneke nû dixwaze

Serokê Frakisyona PDKê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re got, pêwistiya aktîfkirina parlamentoyê ne bi frakisyonan, lê bi gotûbêja aliyên siyasî ji bo peymaneke nû û dirustkirina desteya nû ya serokatiyê heye.

Avahiya Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ye. Lê parlamenter ji bo civîna parlamentoyê xwedî nerînên cuda ne li ser hilbijartina cih. Fexredîn Qadir dibêje: "Hêvîdar im civîn li Hewlêrê be, lê eger rê nedan, êdî li her cihekî be û ji ber berpirsyariya li ser milê me, divê em parlamentoyê çalak bikin."

Lê Omêd Xoşnaw li ser civîna li derveyî Hewlêrê dibêje: "Li gor pêrewa navxwe, divê pêşî li avahiya parlamentoyê civîn bê sazkirin û piştre endam biryarê li ser cihê civîna bê bidin."

Omêd Xoşnaw derbarê hewldana lidarxistina civînê li derveyî Hewlêrê hişyarî da û got: "Em hêvîdar in tu alî hewla civîneke bi vî rengî nedin. Çimkî ne pêrew û ne jî rewşa siyasî ya Kurdistanê rê nadin civîneke wiha."

Rudaw
Top