• Monday, 23 February 2026
logo

Mesîhiyan bi awayekî taybet spasî Pêşmerge kirin

Gulan Media October 26, 2016 Nûçe
Mesîhiyan bi awayekî taybet spasî Pêşmerge kirin
Mesîhiyên parêzgeha Nînowa û Kurdistanê bi awayekî taybet spasî ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kirin.

Li hember qehremantî û rizgarkirina gundê Mesîhiyan yên li parêzgeha Nînowa bi dehan hemwelatî û kesayetiyên ola mesîhî serdana bankeya xwînê ya Duhokê kirin û xwîn ji bo hêzên Pêşmergeyên birîndar bexşîn.

Îro 26.10.2016ê qeşeyê dêra deşta Mûsilê Ebuna Efram Xurî ji BasNewsê re ragehand, ku mesîhî di şerê dijî DAIŞê de piştevanên hêzên Pêşmerge ne.

Ebuna Efram Xurî amaje bi vê jî kir, wek spasî û pêzanînek bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wan biryar daye ku xwîn ji Pêşmergeyên birîndar re bibexşin.

Basnews
Top