Li Kerkûkê cardin şer derket: 5 kuştî!
Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama pevçûnan de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Rêvbeirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê, emîd Serhed Qadir di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, ev agahî piştrat kir.
Serhed Qadir ji Rûdawê re got: “Hêzên ewlehiyê operasyonek bo ser gundê Sarî Tepe yê ser bi bajarokê Leylan a Kerkûkê pêk anîn.”
Serhed Qadir da xuyakirin: “Di encama vê operasyonê de, 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Qadir got: “Operasyona lêgerîn û pişkinînê li deverê hêj berdewam e, ji be rku gumana wê yekê tê kirin, ku çekdarên din ên DAIŞê li herêmê hebin.”
Rêvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê tekez jî kir: “Guman tê kirin ku çend çekdarên din ên DAIŞê hêj mabin û ji ber wê yekê jî firokeyên hevpeymanan hemahengî li gel tevahiya hêzên ewlehiyê dikin.”
Rudaw
