• Monday, 23 February 2026
logo

Li Kerkûkê cardin şer derket: 5 kuştî!

Gulan Media October 26, 2016 Nûçe
Li Kerkûkê cardin şer derket: 5 kuştî!
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê de cardin di navbera hêzên ewlehiyê, Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama pevçûnan de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rêvbeirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê, emîd Serhed Qadir di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, ev agahî piştrat kir.

Serhed Qadir ji Rûdawê re got: “Hêzên ewlehiyê operasyonek bo ser gundê Sarî Tepe yê ser bi bajarokê Leylan a Kerkûkê pêk anîn.”

Serhed Qadir da xuyakirin: “Di encama vê operasyonê de, 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Qadir got: “Operasyona lêgerîn û pişkinînê li deverê hêj berdewam e, ji be rku gumana wê yekê tê kirin, ku çekdarên din ên DAIŞê li herêmê hebin.”

Rêvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê tekez jî kir: “Guman tê kirin ku çend çekdarên din ên DAIŞê hêj mabin û ji ber wê yekê jî firokeyên hevpeymanan hemahengî li gel tevahiya hêzên ewlehiyê dikin.”

Rudaw
Top