• Monday, 23 February 2026
logo

Ji Amerîkayê peyama YPG û Reqayê

Gulan Media October 26, 2016 Nûçe
Ji Amerîkayê peyama YPG û Reqayê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby derbarê gotina Serokwezîrê Tirkiyê ya “Çekên dane YPGê, PKK bikar tîne” de ragihand, ew çekan nadin YPGê.



Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby di civîna rojnamevanî ya rojanê de pirsên derbarê rojevê de bersivand.

John Kirby diyar kir ku Amerîka cebilxane, çekan yan jî kelûpelên din ên leşkerî nade Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Kirby wiha got: “Min beriya niha jî çend caran got, em çek, cebilxane yan jî kelûpelên din nadin YPG. PKK ji bo me rêxistineke terorîst e.”

Operasyona Reqa

Ji aliyê din ve Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ahston Carter got, piştî destpêkirina operasyona Mûsilê di demekê nêzîk de operasyona bajarê Reqayê ya Sûriyê jî dê li dijî DAIŞê dest pê bike.

Ahston Carter wiha got: “Navênda hêza DAIŞê ji bilî Mûsilê bajarê Reqayê jî heye. Hevalbendên me yên li Sûriyê jî teqez dê li DAÛî têk bibin.”

Rudaw
Top