Hevserokên şaredariya Amedê hatin girtin
Duh êvarê gelek polîsan bi TOMA'yan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re girtin û ew dorpêç kirin. Polîsan nehiştin tu kes ji şaredariyê derkeve û bikeve hundirê şaredariyê.
Di encamê de hat zanîn ku Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gülten Kışanak û Firat Anlı ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Gülten Kışanak duh li Parlamentoyê agahî dabûn Komîsyona Derbe ya Parlamentoyê ku ji bo lêkolînên hewldana derbe ya 15'ê Tîrmehê hatibû damezirandin. Piştî ku ji Enqerê vegeriya li balefirgehê hate destgîrkirin.
Basnews
