NY: DAIŞê 91 sivîl û 50 polîsên kevin kuştin
Hat zanîn DAIŞê 6 xizmê Serokê Eşîreta ku li hember wan şer kirine jî piştî ku dikujin, li pişta wesayîtan ve girê didin û dinava kuçeyan de digerînin.
Berdevkê komîseriya bilind ya mafê mirovan a NYê Rupert Colville, di daxuyaniya Cenevrê de diyar kir ku cenazeyên 70 medenî ango sivîlan, 50 polîsên kevin û 21 cotkarên ku DAIŞ ê heftiya derbas buyî qetil kirine gihiştiye destê wan.
Li gor agahiyên Colville hindek termên medeniya , li gundê bi navê Tuloul Nasır ku nêzî hêzên artêşa Iraqê ne, gule baran kirine, hatine dîtin.
Tê zanîn ku ew 50 polîsên kevin ku hatine înfaz kirin jî roja yêk şemê li nêzê Musilê bu ye.
Li gondekî bi navê Safîna ku di mesafeyeke 45 kîlometre dûrî Musilê ye jî rêxistina terorê ya DAIŞê 15 cotkar kuştine û avêtine çem de. Ew 6 xizmên Serokê Eşîreta ku li hember DAIŞê şer kirine jî piştî ku dikujin, pişta wesayîtê ve girê didin û dinava kuçeyên gundê Safîna de digerînin.
Ji derveyê van Colville da diyar kirin ku DAIŞê sê jin û sê jî zarokên keç kuştine.
Basnews
