• Monday, 23 February 2026
logo

Erbên Xormatû daxwaza vegera navçeya xwe bo ser parêzgeha Kerkûkê dikin

Gulan Media October 25, 2016 Nûçe
Erbên Xormatû daxwaza vegera navçeya xwe bo ser parêzgeha Kerkûkê dikin
Nûnerê serokên hozên Erebên Xormatû ragehand ku, ew wek hozên ereb li Xormatû daxwazê dikin ku, Xormatû ji aliyê îdarî ve vegere ser bi parêzgeha Kerkûkê.

Îro 25 Cotmehê, Nûnerê Serokên Hozên Ereb li Xormatû Şêx Saîr Beyatî ji BasNews re ragehand: “Em wek hozên Ereb li Xormatû daxwazê dikin ku, bajarokê me ji aliyê îdarî ve vegere ser parêzgeha Kerkûkê.”

Herwiha got ku, di sala 1976 an de bi mersûmekî komarî Xormatû ji parêzgeha Kerkûkê hat qutkirin û ew bi ser parêzgeha Selahedîn vekirin, niha jî em daxwazê dikin ku, bajarokê me veger ser parêzgeha xwe ya berê.

Şêx Saîr got jî: “Herger Xormatû serbi parêzgeha Selahedîn ve bimîne, Çekdarên Heşda Şeibî dê dîmografiya bajarok biguherin û wê Xormatû bikin deverek Şîenîşîn, ew Ereb, Kurd û Turkimanên Sunne dixin bin fişarê ew jî ji neçarî koçber dibin, bi vê yekê planên wan serdikevin, heger Xormatû vegere ser parêzgeha Kerkûkê pilanên wan wê sernekevin.”

Basnews
Top