Trump: Eger bibim serokê Amerîka bi awayê herî tund li dijî Îranê tevdigerim
Namzedê partiya komarxwazên Amerîkayê Donald Trump, di tora xwe ya civakî twetterê de bê ku navê dû kesên Amerîkayî yên bi navê Baqir Syamek Nmazî amaje pê bike belav kir; ‘’Îranê dîsa karê xwe kir, bi zîndankirina dû kesên din ve dixwaze bac li Amerîkayê verbigre.’’
Trump Îran hişyar kir û got: ‘’Eger wek serok ez bêm helbijartin, tu bacekê nadim wî welatî û tu babetekî din di vê peyvendiyê de teqez nabe.’’
Li gel şermizar kirina girtina wan dû kesane ji aliyê Îranê ve got: ‘’Îran baş bizane ji vê şûnde bi vî awayî bac vergirtin wê pêkneyê û wê bi tundî li gel we danûstandin pêkbê.’’
Cara yekem hin girtî ji aliyê Amerîkayê ve di rêveberiya Obama de li hember bac ji Îranê hatin vergirtin û Trump ev yek wek propaganda li dijî partiya demokratan bikaranîn.
Basnews
