Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê Serok Barzanî ji biryar û nêrîna Yekîtiya Ewrupa ya li ser operasyona azadkirina Musilê agahdar kir û tekez li wê yekê kir ku welatên Yekîtiya Ewrupa palpiştê Pêşmergene li şerê dijî Da'îş û operasyona azadkirina Musilê. Her wiha destxweşiyê li azayetî û pêşrewiyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ya li şerê dijî Da'îş hebû. Balyozê Yekîtiya Ewrupa eve jî xisterû ku Yekîtiya Ewrupa bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û asta nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind kiriye.
Her li vê civînê de gumanên Yekîtiya Ewrupa li qonaxa piştî Da'îş û pêwîstiya hebûna plana siyasî heman di dema li gel plana serbazî ya azadkirina Musilê guftûgo kirin û Serok Barzanî tekez li ser parastin û pêdana baweriyeke tevahî ya pêkhatan kir bi taybetî Êzîdî û Mesîhiyên parêzgeha Nînowa.
Di derbarê êrîşa roja înê ya derbasbûyî ya terorîstan li ser bajarê Kerkûkê, Serok Barzanî spasî xelkê xweragirê bajarê Kerkûk û saziyên emniyan kir ku qehremanane rûbirûyê terorîstan bûne û ragihand ku tu demekî xelkê bajarê Kerkûk û gelê Kurdistanê rê nadin Kerkûk û Kurdistan bibê bingeheke terorîstan.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û rewşa siyasî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
